ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2026
14 tebax, 2026   02:00

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku êrişên li hember karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê dide diyakirin ku rewşa bajêr ji bo pêşwazîkirinê nehatiye guncawkirin. Divê parastina şêniyan bê kirin û astengiyên li pêşiya vegerê ji holê rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên herêma Aliyan a Çilaxayê ji bo mewsima bê ya çandiniyê dest bi dabeşkirin û dezenfektekirina tovên genim û ceh kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Îmad Remedan ê ji Çilaxayê, pirsgirêkên wî yên çav hene. Bi salan e li bazara Çilaxayê sebze difiroşe û debara jiyana xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).