Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Dilsoz Cûdî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin.

Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat oxirkirin
13 tebax, 2026   22:26
KOBANÊ

Şervanê QSD‘ê Dilsoz Cûdî (Arif Xelîl) yê ku 20‘ê Çileya îsal li Dêrazorê şehîd bibû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hat oxirkirin.

Merasîma ku girseyek mezin tev lê bibû bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî.

Hesen Koçer di kesayeta şehîd Dilsoz de hemû şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr anî û got, şehadeta asta her bilind a fedakarî û welatparêziyê ye, yên ku canê xwe ji bo xak û gelê xwe feda dikin nirxên exlaq û welatparêziyê îsbat dikin

Koçer anî ziman ku parastina vîn û rûmeta gelê Kurd berhema keda şehîdan e û di dawiya axaftina xwe de li dijî şerê taybet banga mezinkirina têkoşînê da. Her wiha got, îradeya gel naşkê  û berxwedan dê bi rihê şehîdan bidome.

Piştî axaftina wesîqeya şehîd Dilsoz hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)