Mazlûm Ebdî bi şandeya hikumeta veguhêz re hevdîtin kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî  bi şandeya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re  rewşa koçberên ji Serêkaniyê û êrişên li ser karwanê koçberan dema vedigeriyan warê xwe nîqaş kir.

Mazlûm Ebdî bi şandeya hikumeta veguhêz re hevdîtin kir
14 tebax, 2026   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê û parêzgarê Dêrazorê Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyeqa 2‘yemîn Ewad El Casim re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de rewşa koçberên Serêkaniyê yên vedigeriyan warê xwe, êrişên li ser wan hatine kirine û girîngiya kontrokirina ewlehiyê û parastina sivîlan nîqaş kirin.

Her wiha behsa girîngiya hesabpirsîna ji êrişkaran vegotin.

Mazlûm Ebdî der barê hevdîtinê de daxuyaniyê de wiha got: "Ez bi pêşwaziya nûnerê serokatiyê birêz Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyleqa 2‘yemîn birêz Ewad El Casim kêfxweş bûm. Di serdanê de me behsa gelek dosya û dozên girîng ên têkildarî ewlehî û istiqrara bajarê Hesekê, çareserkirina êrişên li ser saziyên dewletê, dozên koçberên sivîl, her wiha lezandin û temamkirina entegrasyonê kirin.

Me li ser gelek çareseriyan li hev kirin. Me atmosfêreke erênî û gavên cidî ber bi çareserkirina van dosyayan hîs kirin ku bikeve xizmeta ewlehî û aramiya Hesekê."

(bb)