ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 - 8 - 2025
13 tebax, 2025   02:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê konê sersaxiyê yê şehîd Nûredîn Sofî li pêşiya avahiya meclisê ya bajarê Reqayê vedigire (10:00) Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî merasîma şehîd li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê didin malbata şehîd Nûredîn Sofî ya li taxa Xerbî (10:00). Li bajarê Amûdê şênî li qada Jina Azad tev li merasîma sersaxiyê dibin (09:00). Li bajarê Tirbespiyê merasîma sersaxiyê li dar dikeve (10:00). Li bajarê Girkê Legê şênî tev li merasîma sersaxiyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dibin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa sersaxiyê didin malbata şehîd Bêkes Çilaxa (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ciwan ên ji kantona Reqa diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan ne daxwazeke kesayetî ye, lê dozeke girêdayî siberoj û hebûna gelên azadîxwaz e. Jinan tekez kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî her tiştê ji destê wan were, bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn aşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê rewşa giştî û valatiya li Sûriyeyê xistiye xizmeta xwe û li herêmê çeteyên nû tev li xwe dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Eşîrên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî aliyên ku dixwazin fitneyê bixin navbera pêkhateyên herêmê dan û got “Tu pirsgirêk di navbera gelên li herêmê de tune ne, em ê nehêlin kesek di navbera me de tevliheviyan derxe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarên Hesekê, Til Temir, Til Birak û Dirbêsiyê merasîma sersaxiyê ya şehîd Nûredîn Sofî li dar dixin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê bi boneya nêzîkbûna Pêngava 15'ê Tebaxê meşeke bi meşaleyan li çiyayê Kokebê li dar dixe (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN