Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Nûreddîn Sofî hat vedan

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbatên şehîdên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar.

12 tebax, 2025   22:44
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar konê sersaxiyê vedan. Kon li Qada Şehîdan a li roajvayê taxa Şêxmeqsûdê hat vedan. Di merasîmê de endamên sazî û meclisên li her du taxan amade bûn. 

Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Reşîd Reşo û rêvebera Meclisa Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star Emîra Mihemed axivîn û sersaxî da malbatên hersê şehîdan. Axêveran ji bo piştgiriya rêya aştî û demokrasiyê ya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û armanca şehîdan bû, soza bilindkirina têkoşînê da.

Axêveran diyar kir ku her sê şehîdan di oxira doza gelê Kurd û tevahî gelên bi fikira neteweya demokratîk bawer in canê xwe feda kir.

Merasîm bi diruşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(ac)