Rêveberiya Xweser daxuyaniya Meclisa Ewlehiyê bi erênî nirxand

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew amade ye tev li avakirina desteyeke veguhêz a giştî bibe, operasyonên leşkerî rawestin, destûreke nû bi erêkirina tevahî pêkhateyan û lidarxistina hilbijartinên azad di bin çavdêriya NY`yê de, bibe.

Rêveberiya Xweser daxuyaniya Meclisa Ewlehiyê bi erênî nirxand
13 tebax, 2025   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ku 10`ê Tebaxê daye û tê de sûcên li dijî sivîlan li Siwêdayî çêbûne şermezar kir û banga parastina her kesî kir û gihandina alîkariya kir, daxuyaniyek da. 

Rêveberiyê ev daxuyanî erênî nirxand û got ew amade ye piştgiriya her hewldaneke navneteweyî bibe ku armanca wê parastina sivîlan dike, hesabeke adil ji sûcdaran dipirse.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê got ew pabendî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmar 2254 e û got ev daxuyaniya meclisê li gorî lihevkirina 10`ê Adarê û encamnameya kongreya “Yekitiya helwestê” ye ku 8`ê Tebaxê li Hesekê hatiye lidarxistin.

Rêveberiyê aşkera kir ku ew amade ye tev li avakirina desteyeke veguhêz a giştî, rawestandina operasyonên leşkerî,sazkirina destûreke nû û lidarxistina hilbijartinên azad di bin çavdêriya NY`yê bibe.

(şx)

ANHA