ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-1-2024
13 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên gundên herêma Aliyan ên gundewarên Çilaxa li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin, Ji bo parastina gundên xwe yên li ser xeta sînor a bi dewleta Tirk a dagirker re. Şêniyan tekez kir ku ew ê axa xwe biparêzin.

Dilsozê gelê xwe û welatê xwe bû, ji ciwaniya xwe ve di nava kar û xabatê de bû, ji bo parastina gelê xwe û taxên xwe canê xwe feda kir.

Jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê diyar kir ku pêdiviya vê merheleya hestiyar bi girîngiya geşkirina hevgirtina nîştimanî û xurtkirina têkiliyên yekitiyê heye û got, "Ji her demê zêdetir pêdiviya vê merheleyê bi yekitiya Kurdî heye."

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hevgrtina gel û şervanan heta roja îro hetiye parastin. Şêx Ehmed Mişmiş ku bi salan di nava xebatên Şoreşa Rojava de cih digire, îro jî bi heman berpirsyartiyê berê xwe daye Bendava Tişrînê û tevlî çalakiya rûmetê bûye.

Xelkê bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê rêvebera Kongra Star şehîd Şehnaz Omer li Pakrewangeha Şehîd Xebat dîrok defin dike, (10:00). Her wiha xelkê her du bajaran li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Şehnaz Omer dibe, (12:00).

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li gundê Dibiş ê bajêr, sersaxiyê dide malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ibrahîm El Ibrahîm ê ku li Dêr Hafirê şehîd bûbû, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Komîteya Şopandina Diyaloga Nîştimanî ya Jinên Sûriyeyî bi sernavê "Sûriye di navbera rewşa siyasî û pêşeroja jinan de" civîneke şêwirê li Reqayê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSDˋê bi sernavê "Dest bi dest ji bo avakirina Sûriyeya azad" li nivîsgeha xwe ya Hesekê panelekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxwaza vegerê û derxistina dagirkeriya Tirk li Stadyûma 12ˋyê Adarê ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Tirbespiyê şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê bi rêya semînerekê li Nivîsgeha PYDˋê bi bîr tîne, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê der barê tevlêbûna xwe li seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser û QSDˋê daxuyaniyekê dide, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (P.D.P.K.S) bi sernavê "Sûriya pêşerojê" li hola Nûredîn Zaza ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê panelekê li dar dixe, (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan bi boneya sersala Kurdî li taxa Muftî ya Hesekê çalakiyekê li dar dixe, (12:00), her wiha li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê jî bi heman boneyê ji Qada Şehîd Cîhad heta bi Qada Jina Azad ve çalakiyek tê lidarxistin, (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer gelên ji kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê ber bi Bendava Tişrînê ve diherikin ku beşdarî çalakiyên nobedê bin. BI WÊNE Û DÎMEN