Annalena peyamek da: Divê Kurd di proseya siyasî ya Sûriyeyê de cih bigirin

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê sekinandin û got, “Divê di proseya siyasî ya li Sûriyeyê de rol ji bo Kurdan jî bê dayîn.”

Annalena peyamek da: Divê Kurd di proseya siyasî ya Sûriyeyê de cih bigirin
12 ÇILE, 2025   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock li ser hesabê ‘X’ têkildarî civîna li paytexta Sûdî Riyadê ya ji bo Sûriyeyê peyamek da.

Baerbock got: “Nabe Sûriyeya nû û aştîxwaz bibe çavkaniyek şer ji bo cîranan. Ya niha pêwîst ewe ku divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer bê sekinandin. Divê rol ji bo Kurdan were dayîn û di proseya siyasî ya Sûriyeyê de cih bigrin."