Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe

Dilsozê gelê xwe û welatê xwe bû, ji ciwaniya xwe ve di nava kar û xabatê de bû, ji bo parastina gelê xwe û taxên xwe canê xwe feda kir.

Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
Mahir.. hezkerê welat û şehîdê gel û welatê xwe
13 ÇILE, 2025   03:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Şehîd Mahir Yûsif li gundê Mamila yê girêdayî navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî ji dayik bû. Di malbateke welatparêz de mezin bû ku ji destpêka derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ve li herêma xwe bi xebatên tevgerê re têkildar bû.

Hişmendiya wî ya berpirsiyariyê hişt ku dema ew 13 salî bû di dibistana navîn de dev ji dibistanê berde, û ji bo alkîkariya malbta xwe bike wekî terzî di atolyeyekê de xebitî da ku barê aborî li ser bavê xwe sivik bike.

Hestên şehîd Maher der barê netewebûna wî zêde bûn, ev jî bû sedem ku di 15 saliya xwe de tevlî xebatên ciwanên şoreşger  bibe û wek pêngava yekem di têkoşîna xwe de erkên xwe bi cih anî.

Piştî ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin, şehîd di sala 2013’an de bi malbata xwe re di gera xwe ya yekem a koçberiyê de derbasî bajarê Efrînê bû û piştî çend mehan ji bo kar derbasî Tirkiyeyê bû ji bo alîkriya malbata xwe bike.

Lê binpêkirin û kiryarên li dijî Sûriyên li Tirkiyê, ew êşand, û pê hesiya ku ji bilî welatê wî, tu welat wî hembêz nake, lewra di sala 2017an de dîsa vegeriya mala xwe li Efrînê, li wir biryar da ku hêvî û daxwazên xwe yên zarokatiya xwe pêk bîne û di 18 saliya xwe de tevlî nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bû û beriya destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê, dewreya xwe ya perwerdeyê qedand.

Şehîd Maher paşê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bicî bû û di sala 2018an de li Helebê zewicî û bû bavê du keçan ku yek ji wan niha 6 salî ye û ya din jî 4 salî ye. Di sala 2019’an de tev li hêzên Elekariya Hundirîn bû û parastina taxa xwe kir û bi fedakarî û têkoşînê erkên xwe bi cih anîn.

Di dawiya Mijdara 2024an de, bi destpêkirina rûxandina rêjîma Beis û ketina Heyet Tehrîr El Şam parêzgeha Helebê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî gef û hewlên êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin, lewma şervanan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di nav wan de şehîd Mahîr jî hebû li hermer êrîşan dest bi parastina taxên xwe kirin.

Di roja dawî ya sala borî de, di saetên sibehê de dema ku erka nobetê yan şehîd Maher bi dawî bû û vedigeriya malê, bihîst ku hevalên wî yên li benda kontrolê ya Eşrefiyê di encama bombebarana balafirên bê mirov ên  çeteyên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, ji ber vê yekê biryar da ku veger ji bo rêhevalên xwe veguhezîne nexweşxaneyê. Dema ku diçû bi rêhevalên xwe yên birîndar ve, balafira bê mirov careke din li benda kontrolê xist di encamê de şahîd Mahir û yek ji hevrêyên xwe yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Elî Elo rêwîtiya têkoşîna xwe ya tije berxwedan û lehengî bi şehadetê bi dawî kir.

Bavê wî Mihemed Yûsif anî ziman ku nûçeya şehadeta wî gelekî giran bû, lê di heman demê de ji bo wî cihê serbilindî û rûmetê ye û wiha got: "Em ê bi hêz vegerin Efrînê û têbikoşin û Efrînê vegerîni."

Hevjîna şehîd Mahêr Nisrîn Yûsif jî wiha got: "Ji bo xatirê gelê xwe û welatê xwe canê xwe feda kir, ji rêxistinê hez dikir û ji erkên xwe dûr nediket, wî dixwest ku li eniyên şer bê erkdarkirin û jiyana koletiyê qebûl nekir. "

Nisrîn ku ew bi xwe jî endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn e wiha dewam kir   "Tevî ku ev yek bi êş e û dil tehemûl nake jî, lê ez bi şehadeta wî serbilind im, heta nefesa xwe ya dawî em ê tola şehîdên xwe hilînin û Mahir di dilê me dijî û wê her bijî. "

(k)

ANHA