ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 5 – 2025
12 gulan, 2025   02:00

Siyasetmendar Telal Mihemed anî ziman ku divê dewleta Tirk bi erênî nêzî vê banga Rêber Abdullah Ocalan bibe û got: " Bila ev bang ji pirsgirêka li Tirkiye re ku temenê zêdetirî sed sal e bibe modela çareseriya demokratîk."

Nîsanoka "anemon" ku bi xwîna qurbaniyên perava Sûriyeyê şîn daye û ji wêranî û talaniyê reviyaye, di tabloya hunermendê Laziqiyê de li Tebqayê qîr kir.

Li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, revandin û îşkencekirina şêniyan, talankirina milkan û qirkirina xwezayê dewam dike.

Di çarçoveya pêşxistina rêbazên çandiniyê û xurtkirina ewlekariya xwarinê li herêmê de, Saziya Çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê dest bi projeya çandina cûreyê “Arbequina” yê darên zeytûna Spanyayî kir. Ev cûre bi rêjeya bilind a hilberînê û guncîna li gorî jîngeha herêmê tê naskirin.

Jinên çalakger ên Sûriyeyê diyar kir ku tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef wek fermandarê yek ji komên leşkerî yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê sûceke zelal e û heqareta li xwîna qurbaniyan e û bûyerek ji rêzê wisa derbas bibe nîn e. Çalakgeran daxwaza betalkirina biryarê û hesabpirsîna kujer li pêş dadgeha Sûriyeyê û navneteweyî kir.

PKK’ê ji dema damezrandina xwe sala 1978’an vir ve, xwe dispêre kongreyan weke amûreke bingehîn a ji nû ve nirxandin û pêşketinê. Di her qonaxên têkoşîna Kurdistanê de, van kongreyeke, di danîna polîtîkayan, pêşniyarkirina ramanan û ji nû ve avakirina rêxistinê xwedî roleke gotîng bûn. Ji gundê Fîsê heta Xinîra, ji têkoşîna çekdarî heta projeya neteweya demokratîk, kongre her navgîna xetat û veguherînê bûn.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Roja Zimanê Kurdî de li bajarê Sirînê li Dibistana Şehîd Dijwar Kirk û li bajarê Şêran şahî tên lidarxistin (10:00), li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê jî şevbuhêrkek tê lidarxistin, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bi boneya Roja Zimanê Kurdî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê şahiyekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê li nivîsgeha xwe ya li Hesekê bi sernavê "Dan û standin" paneleke diyalogê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola xwe ya li bajarê Tirbespiyê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî civînekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN