Li Helebê bi çalakiyekê Şehîd Mizgîn hat bibîranîn

Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê yên Helebê bi çalakiyekê şehîd Mizgîn bi bîr anî.

11 gulan, 2025   23:57
HELEB

Di salvegera 33'yemîn a şehadeta şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de, Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê yên bajarê Helebê bi dirûşma "Em ê bi ruhê 11'ê Gulanê û hunera şoreşgerî civaka demokratîk ava bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê çalakiyek li dar xist.

Di destpêka çalakiyê de helbesta Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan hat xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) û têkoşîna wê ya di nav tevgera azadiya Kurdistanê de, hat pêşandan.

Bi navê her du tevgeran, endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê Ronahî Eloş axivî û got şehîd Mizgîn di oxira parastin û belavkirina çand û hunera Kurd de li tevahî parçeyên Kurdistanê û Ewropa canê xwe da.

Ronahî anî ziman ku xeta ku şehîd Hozan Mizgîn di şopa azadiyê de xêz kiriye di tevahî aliyan de nimûne ye û ji ber ku bi hezaran Kurdan navê Mizgîn li keçên xwe kirin.

Di dawiyê de Ronahî Elûş got berxwedana li Bendava Tişrînê, bi taybetî ya ku hunermendan daye meşandin, berhema têkoşîna şehîd Mizgîn û hevrêyên wê ya ji bo parastina nasname, çand û hebûnê ye.

Piştre hunermendên Kurd û endamên komên hunerî yên herdu tevgeran stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

(mh/fr)