‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Jêhat Dara li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik oxir kir û got, "Gelê li Bendava Tişrînê gotiye em ji mirinê mezintir in, têk naçe, her tim bi ser dikeve."

‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
‛Em ji mirinê mezintir in, têk naçin, em ê her tim bi ser bikevin’
11 gulan, 2025   23:31
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Jêhat Dara (Silêman Îkê ) yê ku di encama nexweşiyekê de di 15’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin kir.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa bal kişand ser têkoşîna azadî û serkftinê ya gelê Kurd û diyar kir xwîna şehîdan Kurdistan kir ye.

Her wiha cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer jî got: "Şehîd Jêhat Dara ji Efrînê heta Dêrikê ji bo azadiyê tê dikoşiya heta ku gihişt asta şehadetê. Ji ber vê yekê em ji gelê ku li Bendava Tişrînê şehîd dane re dibêjin em ji mirinê mezintir in, em têk naçin, em her tim bi ser bikevin’’.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û cenaze bi tilîl û diruşmeyên "şehîd namirin" hat definkirin.

 (aq/fr)