ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2023
12 kanûn, 2023   02:00

Hiqûqnasên Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew ê bixebitin ji bo ku konferansa yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibe destpêka serhildaneke nû ya banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bang li gelan û ciwanan kir ku banga azadiya wî bikin û gotin: "Rêbertî nirxên edaleta civakî yên cîhanî dan rûniştandin"(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên Minbicê destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û têkoşîna xwe modernîteya kapîtalîst têk bir û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşana vê yekê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

43 sal di ser Komkujiya Cirinkê ya Qamişloyê re derbas dibin. Komkujî bi hevkariya dewleta Tirk a dagiker û îstixbarata Baasê pêk hatibû. Şahidekî komkujiyê got “Komkujî di dîroka Qamişloyê de rojeke reş bû.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ku çeteyan axa wê ku ji bo wê jêdera debarê bû, ji warên xwe koçber bû, detayên mayîna li Efrînê piştî dagirkirinê û sûcên dewleta Tirk vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen destnîşan kir ku hemleya têkoşîna dijî madeyên hişbirê li gor plansaziya xwe didome û encamên wê yên erênî êdî li ser erdê diyar dibin ku gelek hewldanên qaçaxtiyê hatin têkbirin û dest li ser gelek madeyên hişbirê hat danîn û got: "Pirsgirêka torên ku sînoran derbas dikin li pêşiya me heye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Durûtiya dewleta Tirk a der barê piştevaniya Filistînê de dewam dike. Ruxmî daxuyanî û gefên wê yên li dijî Îsraîlê lê têkiliyên aborî yên Enqere û Til Avînê pêş de diçin. Ji vê zêdetir tê gotin ku lihevkirinek ji bo veguhestina xelkê Xezayê ber bi Bakurê Kurdistanê û Qibrisê ve heye. (BI WÊNE)

Heyva Sor a Kurd rola xwe di peydakirina pêdiviyên tenduristî yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst ku niha jî piştî 11 salan ji damezirandina wê bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser sîstemeke tenduristî ya saxlem û domdar ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gireva birçîbûnê dest pê dike saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê civîna xwe ya salê li kefîterya Talêt Şemis li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Azadî û mafên microvan misogeriya parastina civakeke exlaqî û siyasî ye" panelekê li hola navenda çandê ya Reqayê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo erêkirina hevpeymana civakî li hola avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Reqayê civînekê lidar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê, cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulqadir Îbrahîm li Goristana  Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dêrikê sersaxî didin malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Iyaz Ebdullah saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên Parastina Cewherî ya navçeya Til Hemîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyekê li Navenda Çand û Hunerê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Helebê têkildarî kuştina jinekê bi destê birayê hevjînê wê, li Efrîna dagirkirî daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)