Elî El Hesen: Pirsgirêka torên ku sînoran derbas dikin li pêşiya me heye

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen destnîşan kir ku hemleya têkoşîna dijî madeyên hişbirê li gor plansaziya xwe didome û encamên wê yên erênî êdî li ser erdê diyar dibin ku gelek hewldanên qaçaxtiyê hatin têkbirin û dest li ser gelek madeyên hişbirê hat danîn û got: "Pirsgirêka torên ku sînoran derbas dikin li pêşiya me heye."

Elî El Hesen: Pirsgirêka torên ku sînoran derbas dikin li pêşiya me heye
12 kanûn, 2023   04:47
REQA
EHMED EL ESAF

Ji bo tolhildana şehîdên Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27'ê Cotmehê de dest bi hemleya têkoşîna dijî madeyên hişbirê kir.

Der barê encamên hemleyê û girîngiya wê de berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen li gel ajansa me axivî.

El Hesen di serî de got: "Hemleya tolhildana şehîdên têkoşîna dijî madeyên hişbirê didome û hêzên me bi îradeyeke xurt terorîstên ku hişbirê belav dikin dişopîne û wan digire."

El Hesen destnîşan kir ku belavkirina hişbirê yek ji cûreyên şerê taybet e ku aliyên dijberî projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî herêmê meşandin û got: "Girîngiya hemleya têkoşîna dijî hişbirê ji hemû hemle û pêngavên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî terorê ne kêmtir e."

Der barê madeyên ku hatine girtin de El Hesen got: "Heta niha me 620 hezar hebên hişbir, 4 kîlogram heşîşe û 112 gram madeya krîstal mît û madeyên din girtine. Hejmara bazirganên hişbirê yên girtî jî gihîşt 92 kesan."

El Hesen diyar kir ku hemle li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî baş bi rê ve diçe û li gor plansaziyan e."

Girêdayî mekanîzmeya derbaskirina madeyên hişbir ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê El Hesen got: "Ev made bi rêya sînorê di navbera me û qaşo artêşa azad a terorîst a girêdayî dewleta Tirk a dagirker de derbasî herêmê dibe, her wiha bi rêya sînorê di navbera me û bajarên din ên di bin kontrola hikumeta Şamê de jî de jî."

El Hesen wiha domand: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo şopandina van sînoran dixebitin. Sûriye ji berê de û heta niha navenda veguhastina bazirganiyê ya stratejîk e û hin komên ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin hewl didin van madeyan derbasî herêmê bikin, li vir belav bikin û bi rêya herêmên me derbasî deverên din bikin."

El Hesen wiha lê zêde kir: "Pirsgirêka sînor li ba hemû dewletên cîhanê heye û sînor bi temamî nayê şopandin, kesên xerab û xayîn ên li hundir jî bi alîkariya bazirganên li derve hewl didin ji vê rewşê sûd bigirin, ew jî ne tenê torên xwecih in, ew tor sînoran derbas dikin."

El Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Hemleya têkoşîna dijî hişbirê didome û dîroka bidawîbûna wê ne diyar e heta ku gelê me ji vê diyardeya xerab bê parastin."

(mh)

ANHA