ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2026
12 hezîran, 2026   02:00

- Endama KNK`ê ya Fatma Lekto anî ziman ku lidarxistina civîna Civata Giştî ya kongreyê gelekî girîng bû û got têkoşîn û berxwedana gel garantiya yekitiya helwesta kurdî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Koçberên Serêkaniyê diyar dikin ku kesên ketine malên wan ji bo derketina ji walên wan, pere dixwazin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Lêkolînerê siyasî got pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye ku desthilatdariyê asteng bike û bi diyaloga neteweyî ya berfireh were nivîsandin.

- Rêveberiya Trafîkê ya Hesekê ragihand ku qedexeya motorsîklêtan heya radeyekê li ber dizî û şêlandinê girtiye û rewşa ewlehiyê baş kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li gundê Zexîra yê Çilaxayê welatiyekî gelek cureyên sebze li hewşa mala xwe çandine. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Sûriyeyê cotkarên genim ji ber qeyda elektronîk zehmetî dibînin. Cotkar daxwaz dikin ku ev sîstema qeyda elektronîk were rakirin an jî sererast bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Çavkaniyek taybet ji ajansa me re diyar kir ku deriyê sînorî yê Nisêbînê yê li Qamişloyê hefteya bê tê vekirin.

- Xebatên sempozyûma navneteweyî ya li Zanîngeha Turinyo ya Îtalî bi sernavê "Sûriya ber bi ku ve?" bi beşdariya şandeyek ji Zanîngeha Kobanê, akademisyen û lêkolînerên ji hejmarek dewletan di roja xwe ya dawîn de dewam dike, saet 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN