Di sempozyûma li Zanîngeha Turinyo de rêyên veguherînê li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin

Xebatên sempozyûma navneteweyî ya li Zanîngeha Turinyo ya Îtalî ya bi sernavê "Sûriya ber bi ku ve?" ya bi beşdariya şandeyek ji Zanîngeha Kobanê, akademisyen û lêkolînerên ji hejmarek dewletan, dewam dikin.

Di sempozyûma li Zanîngeha Turinyo de rêyên veguherînê li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
11 hezîran, 2026   23:04
KOBANÊ

Vê sibehê, li Zanîngeha Turinyo rûniştinên roja yekemîn a sempozyûma navneteweyî ya "Sûriya ber bi ku ve?", bi beşdariya komeke ji akademîsyen û lêkolînerên navneteweyî dest pê kir. Şandeyeke fermî ji Zanîngeha Kobanê li ser vexwendina organîzatoran beşdar bû.

RÛNIŞTINÊN ROJA YEKEMÎN:

Rûniştina yekem, ku ji aliyê Roberta Allovi ya Zanîngeha Turinyo ve hate birêvebirin, li ser çend mijarên rewşenbîrî û hiqûqî nîqaş kir, yên herî berbiçav ev in:

"Li ser Wateya Şoreşê: Bîra şoreşgerî, veguherînên hiqûqî û zehmetiyên Netewe-dewletê."

"Sûriye: Ji dengên marjînal, bîra û şoreşa neqediyayî," ji aliyê Zeina Erhaim ve hate pêşkêşkirin.

"Çi Cure Dewlet? Esasê hiqûqî yê veguherîna sazûmanî," ji aliyê Ebdulhey Seyid ve hat pêşkêşkirin.

"Rojava û Komara Demokratîk di çarçoveya sîstema serokatiyê ya veguhêz de li Sûriyeyê," ji aliyê Jean-François Kerlou ve hat pêşkêşkirin.

Rûniştina duyemîn, bi sernavê "Aboriya Siyasî û Jîngehî ya Veguherînê", ku ji hêla Luca Mastrosimoni ve hate birêvebirin, mijarên entegrasyonê di bazarên Rojava û ji nû ve entegrekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kir. Di nav de ev mijar hebûn:

"Aboriya Sûriyeyê di veguherînê de: Pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî" ji hêla lêkolîner Cîhad Yazigi ve hat pêşkêşkirin.

"Dewlet li dijî Komûnên Rojava: Pêvajoya yekbûna kapîtalîst li Sûriyeyê" ji hêla Ezîze Aslan Mehmûd ve hat pêşkêşkirin.

"Newekheviyên paşguhkirî li Sûriyeyê: Derxistin, şîdeta hêdî û asoyên jîngehek aştiyane li Rojava" ji hêla Pinar Dinç ve hatin pêşkêşkirin.

Di rûniştina sêyemîn de, bi sernavê "Perspektîfên siyasî yên nakok li ser ol, zayendî û netewe: Çawa dikarin tiştên ku lihevhatî dixuyin bibînin ne lihevhatî ne?" û bi serokatiya Miriam Machi, çend pêşkêşkirin hatin kirin, di nav wan de:

"Ber bi îlmanîkirina diyalogîk ji bo Sûriyeya piştî-Esed" ji hêla Sari Henefi ve hat pêşkêşkirin.

"Siwêda di bin zextê de: Hevgirtin, desthilata herêmî û siyaseta jiyanê li başûrê Sûriyeyê" ji hêla Mazin Ezî ve hat pêşkêşkirin.

"Doza Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di veguherîna hêza leşkerî de li Sûriyeyê: vîzyoneke meydanî " ji hêla Valeria Mongeli ve hat pêşkêşkirin.

MASEYA GILOVER Û NÎQAŞÊN HERÊMÎ

Di sempozyûmê de nîqaşeke maseya gilover bi sernavê "Geşedanên Sûriyeyê îro li ser herêm û cîhanê çi aşkera dikin?" bi beşdariya Hemîd Bozarslan, Zeina Erhaim, Patrick Henni û Sari Hanefi pêk hat. Beşdaran li ser aliyên herêmî û navneteweyî yên veguherînên berdewam ên li Sûriyeyê nîqaş kirin.

AXAFTINÊN TAYBET LI SER YPJˊÊ

Di axaftineke taybet de ji ajansa me re, rojnamevana Îtalî Valeria Mongeli ya beşdarî mijara "Rewşa Yekîneyên Parastina Jin di veguherîna hêza leşkerî de li Sûriyeyê – vîzyona meydanî " bûbû got ku wê di sala borî de pêşketinên pêvajoya veguhertina hêzê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandiye. Valeria bal kişand ser mijara entegrekirina YPJˊê di nav artêşa Sûriyeyê de.

Valeria diyar kir ku wê rêze hevdîtin bi şervan, fermandar û pisporên di siyaseta giştî de kirine û destnîşan kir ku doza entegrasyonê gelek pirsên girêdayî Rêveberiya Xweser, têkoşîna jinan, serxwebûna siyasî, dosyayên aborî û ewlehî li Rojava derdixin holê.

Valeria anî ziman ku daneyên ji hevdîtinên wê yên meydanî derketine destnîşan dikin ku rêveçûna danûstandinên heyî têra çareserkirina van metirsiyan nakin û anî ziman ku di heman demê de ezmûna YPJˊê sînorê herêmê derbas dike û ji bo jinên li seranserî cîhanê xwedî girîngiyeke taybet e.

Wê sibe xebatên sempozyûma navneteweyî berdewam bikin, dê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim semînerekê bide.

(fr)

ANHA