Îran: Tengava Hurmuz wê girtî bimîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew serî li ber daxwazên Amerîkayê natewînin û got; ‘‘Tengava Hurmuzê ji ber gavên neqanûnî yên Amerîkayê wê girtî bimîne.’’

Îran: Tengava Hurmuz wê girtî bimîne
12 hezîran, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, derbarê daxuyaniyên Trump ên ji bo gihîştina lihevkirinekê û qebûlkirina şertan ji aliyê Îranê ve helwesta herî dawî ya welatê xwe ya li ser vê mijarê diyar kir.

Îsmaîl Beqayî ragihand ku tevî temambûna beşekî zêde ji peymana lihevkirinê, lê guherîna helwstên Waşîntonê dibe astengek sereke.

Beqayî bal kişand ser hewldanên Amerîkayê yên ji bo ferzkirina “daxwazên neasayî” û xistina zextan li ser Tehranê û got; “Eger Îranê di bin zext û gefan de gav bi paşde avêtiba, wê salek berê ev yek bikira. Ji ber wê Tehran tenê di dema berjewendiya gelê Îranê parastî be de, lihevkirinê radigihîne.’’

Derbarê rewşa ewlehiyê ya li herêmê de, Beqayî hişyariyeke tund da û da zanîn ku Tengava Hurmuzê ji ber “gavên neqanûnî yên Amerîkayê” wê girtî bimîne.

Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê duh êvarî ragihand, bi navbeynkariya çend welatên herêmê, wan li gel Îranê lihevkirin pêk aniye û di van rojan de wê lihevkirin bê îmzakirin.