ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2024
12 hezîran, 2024   02:00

Jinên ji Dêrikê got heta Rêber Abdullah Ocalan di nava gel de bibînin, dê bi şev û roj li qadan têkoşîna xwe bidomînin.

Di 13 salên krîza Sûriyeyê de, li gorî rapora UNICEFˊê ya Adara îsal de 2 milyon û 500 zarokên sûriyeyî ji mafên xwendin û perwerdehiyê bê par mane, milyonek û 600 hezar zarokên din jî bi heman aqûbetê re rû bi rû ne. Ev yek jî li ser pêşeroja zarokan xeteriyeke mezin çêdike.

Komîna Fîlm a Rojava bi armanca ku sînemeya şoreşgerî di nava civakê de belav bike, bernameya “Her Pêncşemê Fîlmek” da destpêkirin.

Lêkolînerê Têkiliyên Siyasî Ebdulmesîh El Şamî diyar kir ku serkeftina partiyên rastgirt di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de, destpêka guhertineke mezin e.

Xelkê bajarê Çilaxa li bin konê Meclisa Malbatên Şehîdan a li pêş firna giştî ya li bajêr vedaye sersaxiyê dide malbata şehdî Musena El Ehmed, saet 10:00ˊan, her wiha xelkê bajarê Hesekê sersaxiyê dide malbata şehîd Ehmed El Ebid El Hadî, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Osman Sebrî heta bi Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Reqa li Navenda Şehîd Beşîr El Huwêdî ya Perwerdekirina Ker û Lalan bi boneya bidawîbûna sala xwendinê şahiyekê ji zarokan re li hola Mişwar a Reqayê li dar dixe, saet 19:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)