Li Hesekê pirtûka Sosyolojiya Azadiyê hat xwendin

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li Hesekê xelekek ji bo xwendina pirtûka Sosyolojiya Azadiyê li dar xist. Beşdarên xelekê destnîşan kir ku bi pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan re wan guhertineke bingehîn di jiyana xwe de pêk hat.

11 hezîran, 2024   23:54
HESEKÊ

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li Hesekê xelkên xwendina pirtûka Sosyolojiya Azadiyê û nîqaşkirina wê li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar xistin. Di xelekê de gelek welatî, endamê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Taha Qasim ji ajansa me re diyar kir ku komeke ku ji 15-20 endaman pêk tê, pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaş dikin. Îro jî pirtûka Sosyoljiya Azadiyê tê xwendin, ger bi dawî be ew ê dest bi pirtûkeke din bikin.

Taha hêvî kir ku ciwanên herêmê tev li xelekan bin da ku xwe di hemû aliyan de bi fikrê Rêber Abdullah Ocala  bi pêş bixin.

Nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî got: "Dema ku me pirtûka Sosyolojiya Azadiyê xwend fikrê me di gelek aliyan de nexasim di aliyê aborî, jin û fikrê kapîtalîst de hat guhertin. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha avakirina gelan e."

Endamê Komîteya Olî ya Hesekê Îbrahîm Hesen diyar kir ku ji bo temamkirina civakê pêwîstî bi xwendina pirtûkên  Rêber Abdullah Ocalan heye.

Her wiha welatiyê bi navê Şêrîn Ebas diyar kir ku wan ji dema xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ve guhertineke mezin di kesayeta xwe de dît û got: "Pêwîst e her kes tev li van rûniştinan bin û bigihîjin azadiya xwe."

Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed Elî jî destnîşan kir ku wan guhertineke mezin di kesayet û fikrê xwe de dît û rastiyên di hemû aliyên jiyanê de nas kirin.

Di dawiyê de welatiyê bi navê Mehmûd Hec Osî diyar kir ku bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan re ew di aliyê zanistî de bu pêş ketin û metirsiya kapîtalîzmê li ser cîhanê nas kir.

(mh)