Şehîdê Berxwedana Rûmetê Fedekar Rêdûr hat oxirkirin

Xelkê taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê şehîd Fedekar Rêdûr li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê oxir kir û got ew tola şehîd hildin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

11 hezîran, 2024   23:03
HELEB

Şervanên YPJ, YPJˊê û xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê QSDˊê Şehîd Fedekar Rêdûr ku di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de di 2019ˊan de şehîd bûb, oxir kir.

Karwana şehîd ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ber bi goristanê ve bi rê ket.

Li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûdê şehîd Fedekar Rêdûr hat veşartin. Di merasîmê de yek ji fermandarên YPGˊê Ferhad Kobanî axivî û got: "Şehîd Fedekar ji malbateke Efrînî ya welatparêz e. Şehîd bi çekê û kamereyê rêya têkoşînê hilbijart. Di gelek şerên li herêmên cuda yên welatê xwe de beşdar bû heta gihaşt asta şehadetê. Em ê çekê wî hildin û tola wî hilînin."

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşan Mihemed axivî û got: "Şehîd Fedekar heta gihaşt asta şehadetê fedekarî kir. Em bi saya fedekariya şehîdan gihaştin vê qonaxê û me ev destkeftî bi dest xistin."

Cêwiya şehîd Fedekar, Sozdar Weqas axivî û got: "Me tevan rêya berxwedanê hilbijart, lê bi rêbazên cuda. Şehîd bi çek û kamereya xwe hilbijart. Min jî bi kamereya xwe hilbijart. Cêwiyê min tevî hevrêyên xwe li dijî dagirkeran li gelek cihan şer kir heta li dawiyê li Serêkaniyê gihaşt asta şehadetê."

Sozdar wiha domand: "Piştî 5 salan me karî cenazeya şehîd wergirta û veşarta. Lê me ew di tevahî şehîdên li taxê de dihatin oxirkirin didît. Bila dagirker bizane ku em bo dayîna şehîdan ne poşman in. Em ê ji bo rizgarkirina bajarê xwe Efrînê her şehîdan bidin. Cihê şehîdan beriya bikeve gorê, di dilên me de ye."

Dûre endama Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.

Şehîd Fedekar Rêdûr di 14ˊê Cotmeha 2019ˊan li Serêkaniyê de tev li karwana şehîdan bû. Di 9ˊê Mijdara heman salê de şehadetê.

(fr)