ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 6– 2025
11 hezîran, 2025   02:00

Nivîskar Biradost Mîtanî rola PKK’ê û Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna guhertinên bingehîn ên siyasî û civakî li Rojhilata Navîn de nirxand û diyar kir ku êdî ew partî ne tenê rêxistineke siyasî ye, lê bûye tevgereke berfireh ku bi xurtkirina demokrasî û jiyana hevbeş xizmeta berjewendiyên gel dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî ku navên endamên şandeya Kurdan a ji bo hevdîtinên bi desthilata Şamê re aşkera bûn, şêniyên Til Temrê û koçberên ji herêmên dagîrkirî daxwazên xwe anîn ser ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Xebatên sererastkirinê yên Katedrala Mar Circis a Suryanên Ortodoks ku yek ji kevntirîn dêrên xiristiyanan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dewam dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Walat Mihemed Xelo û birayê wî Xelîl tevî koçberbûn, şehîdbûna bavê wan û jiyana di konan de jî, stranên xwe yên ji bo berxwedanê didomînin û bi dengê xwe êşa welatê xwe û hêviya vegerê vedibêjin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di germahiya havînê de şêniyên Holê û gundewarên wê berê xwe didin Gola Xatûniye û li ber wê kela germahiyê dirijînin û demên xweş derbas dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Emced Ebdulhebîb li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr oxir dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Qada Şehîdan a beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan Can Şêr û Baran Efrîn, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN