Piştî êrişên dijî Hudeydayê Hûsiyan Balafirgeha Ben Gurion hedef girtin

Koma "Ensarullah" El Hûsî ragihand ku îşev êrişeke leşkerî li dijî Balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê kiriye armanc.

Piştî êrişên dijî Hudeydayê Hûsiyan Balafirgeha Ben Gurion hedef girtin
10 hezîran, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serîi got wan bi du moşekên balistî yek Filistînî 2 û ya din Zofeqar êrişî Balafirgeha Ben Gorion a Îsraîlê kiriye.

Serîi anî ziman ku biryara qedexeya tevgera firîna balafirgeha li balafirgeha Ben Gorion didome û hişyarî da şîrketên ku hîna geştên xwe nesekinandine, ku tevahî, geştên xwe li wê balafirgehê rawestînin.

Ji bo bersivdana êrişa Îsraîlê ya vê sibehê li dijî Hudeydayê, Serîi hişyarî da tevahî şîrket û aliyên cuda ku dan û standinê bi bendera "Heyfa re dikin ku ew êdî bûye armancên wan.

(fr)