Çeteyan li Efrînê êrişî malbatek Umêrat a Ereb kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî êrişî bav û kurê wî yê 16 salî kir û gotinên nijadperestî li dijî Kurdan kirin, ruxmî ku yên ew ji pêkhateya Ereb in.

Çeteyan li Efrînê êrişî malbatek Umêrat a Ereb kir
10 hezîran, 2025   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye têkildarî sûcekî din ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî kirine agahî belav kirin.

Rêxistinê diyar kir ku li bajarokê Basûta yê Efrînê di navbera malbata Eyûb Mûsa ya ji eşîra Umêrat a Ereb a li Efrînê û çeteyên "Hemzat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de nakokî û aloziyên kevin hene.

Çeteyan kurê Eyûb ê biçûk girt û piştî dayîna pereyan ew berda.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyan careke din di dikana bazirganiyê de êrişî wê malbatê kir. Piştî çeteyan êrişî kurê xwediyê dikanê yê 16 salî kir û çûn, careke din bi hejmarek zêde tevî çekan vegerîn û gotinên nebaş ji xwediyê dikanê re kirin, êrişî mala wî û hevjîna wî kirin. Gule avêtin wan û gotinên nijadperestî li dijî Kurdan kirin, ruxmî ku yên rastî êrişê hatine ji pêkhateya Ereb a li Efrînê ne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku dewriyeyek "Ewlekariya Giştî" gihîşt cihê bûyerê, lê çeteyan çekên xwe teslîm nekirin û bêyî hesab ji wan were xwestin ji wir çûn.

Sûc û îşkencekirina welatiyan, tirsandin, revandin û xwestina pereyan li hember berdana welatiyên tên revandin, li Efrîna dagirkirî zêde bûne.

(fr)