ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 4 – 2025
11 nîsan, 2025   02:00

Jinên Kantona Firatê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan rih, dil û mejiyê wane, divê ew ji bo azadiya fîzîkî têbikoşin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku şertê vegera ewle ya li Efrîn û Şehbayê derketina çeteyan ji wan herêman û garantîkirina jîngeheke ewle ye. Şêxmûs Ehmed pêşniyar kir ku ji bo şopandina vegera koçberan jî komîteyeke sêalî bê avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Dayika 3 şehîdan Semîra Ehmed bi boneya salvegera 32’yemîn a wefata dayika Ûweyş got dayika Ûweyş ji tevahî jinan re bû dayik û bû hêza azadiyê û wekheviyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînereke karûbarên Tirkî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên leşkerî yên li naverasta Sûriyeyê ji bo sînordarkirina serweriya Tirkiyeyê ne û ji bo başûrê Sûriyeyê armanc ew e ku herêmeke tampon were avakirin ku Îsraîl sûdê wergire. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di çarçoveya plansaziya xwe ya sala 2025'an de dest bi amadekariyên qîrkirina rêyan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

“Li pêş çavê min zarokên min qetil kirin. Ne bi dizî bûya min nedikarî wan defin bikim. Çi dil li ser wan e ku ew qas kes qetil kirin." BI WÊNE Û DÎMEN

Karwaneke din ji alîkariyên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bajarê Qamişloyê ber bi kantona Tebqayê û piştre ber bi perava Sûriyeyê dikeve rê, ku weke beşa duyemîn a alîkariyan ji hewcedar û mexdûran re ye, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Navên komên şanoyê yên Festîlva 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê tên aşkerakirin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN