Karê Komîteya Lêpirsîna Rastiyan têkildarî bûyerên peravê heta 3 meh din hat dirêjkirin

Piştî dema destpêkê ya karê "Komîteya Lêkolîna Rastiyan" a der barê komkujiyên li perava Sûriyeyê bê encam bi dawî bû, serokatiya desthilata Şamê karê komîteyê heta 3 meh din ku careke din nayê dirêjkirin, dirêj kir.

Karê Komîteya Lêpirsîna Rastiyan têkildarî bûyerên peravê heta 3 meh din hat dirêjkirin
10 nîsan, 2025   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroketiya desthilata Şamê ragihand ku Ehmed Şeri karê "Komîteya Şopandina Rastiyan" a der barê bûyerên li perava Sûriyeyê de, ji bo 3 mehên din dirêj kir ku careke din nayê dirêjkirin.

Ev komîte di 9'ê Adarê de piştî komkujiyên li dijî sivîlan li Laziqiyê, Tertûs û Banyasê hat damezirandin. Berdevkê wê Yasir El Ferhan diyar kiribû ku ew ê raporeke pêşîn amade bikin û dibe ku ji ber "berfirehbûna karê wan" daxwaza dirêjkirina karê komîteyê bikin.

El Ferhan got ku ew lêpirsînên xwe di mijar û dozên hestiyar de didomînin û ew belge û şahidiyan jî berhev dikin û li ser rewşa qanûnî ya bûyeran lêkolîn dikin.

Girêdayî wê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku heta niha di bûyerên li peravê de navên hezar û 676 welatiyên ku hatine qetilkirin, hatine belgekirin.

(mh/fr)