Çavkaniyekî Îsraîlê: Avakirina baregehên Tirk li Tedmurê xetek sor e

Çavkaniyekî Îsraîlê destnîşan kir ku çi guhartin di belavkirina hêzên biyanî li Sûriyeyê de çêbin, bi taybet avakirina baregehên Tirkiyeyê li herêma Tedmurê de, xetek sor e û anî ziman ku çi karekî Îsraîlê bixe xeteriyê desthilata Ehmed El Şeri jî dixe xeteriyê.

Çavkaniyekî Îsraîlê: Avakirina baregehên Tirk li Tedmurê xetek sor e
10 nîsan, 2025   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî fermî yê Îsraîlê diyar kir ku duh di navbera nûnerên ji Îsraîlê û Tirkiyeyê de li Azerbeycanê civînek hatibû lidarxistin û got Til Avîvê di civînê de aşkera kir ku çi guhertinek di belavkirina hêzên biyanî li Sûriyeyê de çêbin, bi taybet avakirina baregehên Tirkiyeyê li herêma Tedmurê-xetek sor e û wê binpêkirinek baweriyê were dîtin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, çavkanî diyar kir ku Îsraîlê demeke berê aşkera kiribû ku pêşîgirtina vê gefê berpirsiyariya hikumeta Şamê ye.

Her wiha çavkanî anî ziman ku çi karekî Îsraîlê bixe xeteriyê desthilata Ehmed El Şeri jî dixe xeteriyê.

Girêdayî wê, çavkaniyên ji Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker gotibû ku li Azerbaycanê civînek bi Îsraîlê re pêk hat û tê de mekanîzmaya "rawestandina rageşiyê" ji bo ku tu bûyerên nebaş pêk neyên, hat nîqaşkirin û hat diyarkirin ku ji bo "rawestandina rageşiyê" xebat wê bidomin.

(mh/fr)