ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2024
11 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên bajarên Holê û Şedadê yên girêdayî kantona Cizîrê hevgiriya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û girêdana xwe ya bi nirx û ramanên Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman. Şêniyan banga yekîtiyî û hevgirtina hemû pêkhateyan kirin.

Şêniyên li bajarê Til Temirê komkujiya Misterîhayê ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiribû, şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî van sûcan bê deng nemînin.

Li kantona Reqayê destpêşxeriyên gel ên mirovî ji bo piştgiriya koçberên kantona Efrînê û Şehbayê berdewam dikin.

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku dagirkeran bi dehan kes li pêş çavên wan qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin.

Koçberên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê derketine, bi awayekî komî xwe bi rêxistin dikin û bi şev û roj nobetdariyê dikin.

Hevgirtina gel a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin, mînakeke berbiçav a felsefeya neteweya demokratîk e. Ev hevgirtin peyamek e ji bo cîhanê ku gelên yekgirtî dikarin zehmetiyan derbas bikin û aramî û azadiyê li herêmê pêk bînin.

Xelkê bajarê Til Hemîsê ya kantoan Cizîrê şervanên QSDˋê şehîd Ela Hesen El Selomî li goristana şehîdan oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSDˋê, Komandos û Dîspilîna Leşkerî yên li herêmên cuda şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê defin dike, her wiha xelkê Şedaê cenazeyê şervanekî QSDˋê û endamekî Komandos li goristana şehîdan a Şedadê defin dikin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN