‘Bi dehan kes qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin’

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku dagirkeran bi dehan kes li pêş çavên wan qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin.

‘Bi dehan kes qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin’
‘Bi dehan kes qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin’
‘Bi dehan kes qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin’
‘Bi dehan kes qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin’
11 kanûn, 2024   07:10
REQA
RÊNAD EL ELÎ- MIHEMED EL XELÎL

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku 29’ê Mijdarê li ser Til Rifet û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhastina gel a ji bo herêmên ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.

Heya niha zêdetirî 200 hezar kes koçber tune. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaziya koçberan kir, ew li wargehên demkî bi cih kirin û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

Koçberê bi navê Reşîd Arif Reşîd (66) ji Til Rifetê ye û niha li Tebqayê dimîne, behsa sûcên çeteyan kir.

Reşîd Arif Reşîd diyar kir ku dema ji Şehbayê derketin, çeteyên dewleta Tirk bi gotinên "Allahû ekber" derketin pêşberî wan û gotinên xirab ji wan re dikirin.

Reşîd Arif Reşîd destnîşan kir ku çeteyan di rêwîtiya wan a koçberiyê de malbata wî sekinand, erebe û pêwîstiyên wan ên wekî nivîn, desteser kirin û wiha domand: "Bi navê îslamê sûcan dikin, lê îslam ji van kiryaran dûr e.”

Arif Reşîd got: "Sûcan û qirkirinan li dijî me Kurdan dikin. Gelo ma nasnameya Kurd sûcek e ku wisa li me dikin? Kanî mirovahî û rêxistinên îdiaya parastina mafên mirovan dikin? Ji bo çi li hemberî van sûcan destwerdanê nakin."

Koçberê bi navê Mistefa Mihemed (45) got: "Ji ber çeteyan em ji Til Qirahê reviyan. Beriya ku ez derkevim min dît çawa pêl şêniyan dikin, çawa pêl stûyê mêrekî 70 salî kirin û milkên wî û erebeya wî dizîn.”

Mistefa Mihemed, destê wî şikestiye û girêdayî ye. Mihemed got: "Hûn vî destê min ê di cebsînê de dibînin? Wan wisa li min kir. Piştî ku erebe û motorsîklêta min desteser kirin, ez avêtim erdê û bi pêhnan li min da."

Koçberê bi navê Mihemed Elî yê ji bajarê Raco jî bi van gotinan behsa dijwartiya rêwîtiya koçberiyê kir: “Ev cara duyemîn e em ji malên xwe tên koçberkirin, ji bilî hin cil û betaniyan tiştekî din bi me re tune ye.”

Elî anî ziman ku ew du rojan di rê de bê xwarin û vexwarin û li ber sermayê man û diyar kir ku çeteyan ew tengas dikirin û gef li wan dixwarin.

Elî diyar kir ku Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê pêşwaziya wan kir û alîkarî pêşkêşî wan kir.

Welatiyê bi navê Selah Îbrahîm ê ji gundê Kurdo yê kantona Efrîn-Şehbayê meşa xwe ya koçberiyê bi "pir dijwar" wesifand û got: "Çeteyan ku DAIŞˈî ne, em neçarî koçberiyê kirin."

Selah Îbrahîm bi bîr xist ku çeteyan di rê de li koçberan dan, nêzî 10 kes qetil kirin û cenazeyên wan şewitandin.

Selah Îbrahîm bi domdarî qala pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Dema em dihatin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyan 15 sivîl qetil kirin, bi hêza çekê em qewitandin, nedihiştin kes nêzî wan bibin, lewre jî me kesên hatine qetilkirin nas nekirin."

Îbrahîm banga piştevaniyê bi gelê Sûriyeyê û derxistina dagirkeran ji axa wê, li cîhanê kir.

(bb)

ANHA

tebqa