Netanyahu gef li serkirdeyên nû yên Sûriyeyê xwarin

Netanyahu got eger serkirdeyên nû yên Sûriyeyê rê bidin Îranê ku careke din xwe li herêmê bi cih bike yan jî ger rê bidin ku çekên Îranê bigihîjin Hizbullah an jî êrişî Îsraîlê bike, ew ê bersiveke xurt bidin.

Netanyahu gef li serkirdeyên nû yên Sûriyeyê xwarin
10 kanûn, 2024   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku niyeta Îsraîlê tune ye ku destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê, lê belê ji bo parastina ewlehiya xwe ew ê gavên pêwist bavêje.

Netanyahu hişyarî da serkirdeyên nû yên Sûriyeyê ku li ser şopa Beşar bimeşin û bihêlin Îran ji nû ve xwe li welat bi cih bike.

Netanyahu got ger vê rejîmê hişt ku Îranê ji nû ve hebûna xwe li Sûriyeyê bi cih bike, yan jî bihêle çekên Îranê ji bo Hizbullah werin veguhastin û êriş li ser wan çêbe, dê bi bersiveke xurt bidin wan û bihêlin ew berdêleke giran bidin.  Tiştê bi rejîma berê hatiye dê bi wan jî were.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî ketina Esed, artêşa Îsraîlê nêzî ji sedî 80 ji karînên leşkerî yên rejîma berê rûxandin û derbasî herêma ewle ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bû.

(mh/fr)