ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 – 11 – 2024
11 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune nabin û got ˈBê Serok jiyan nabe` ne tenê dirûşme ye, lê belê rastiyek e.

Şervanên jin ên Ereb ên di nava refên YPJ`ê de ku beşdarî Operasyona "Ewlehiya Domdar" bûne, diyar kir ku operasyona bi pêşengiya jinan encamên baş pêk anîn. Şervanan soza xwe ji bo jinan dubare kir ku ew ê tola wan ji hêzên tarî hilînin.

Oldaran destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker rêgezên îslamê binpê dike û got: "Qaşo dibêje musilman e, lê ew teror bi xwe ye."

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi alîkariya Navenda Çandê ya bajarê Cirniyê, bi armanca parastina kelepûr û nasnameya çandî ya herêmê rêze çalakiyên di navê “Civatên Kelepûrê” lidar dixe.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, rêxistina SARA daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo. (10:00) Li kampa Serdem a kantona Efrîn û Şehbayê bi heman boneyê daxuyaniyekê tê dayîn. Li bajarê Reqayê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya filêks û pankartên bidawîkirina tundiya li ser jinan li qadên giştî datîne. Li bajarê Kobanê Koordînasyona Jinan a kantona Firatê paneleke diyalogê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şehîd Şivan Mihemed Emîn, beriya veguhastina cenazeyê wî ber bi Başûrê Kurdistanê ve, li Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer merasîmekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo li pêş mala şehîd a li taxa Zeyûtniyê, sersaxiyê didin malbata şervanê QSD’ê şehîd Ebdurehman Omer ê ku di 8’ê Mijdarê de ji ber nexweşiyê şehîd bûye. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN