Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê der barê êrişan de daxuyanî

Rêveberiya Xweser a Şengalê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê şermezar kir û ev peyamê da: “Dewleta Tirk û PDK’ê xwestin şahiya me ya rizgariyê li me bikin şîn."

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê der barê êrişan de daxuyanî
10 mijdar, 2024   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê û şehîdbûna ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero daxuyaniyeke nivîskî weşand û bangawaziyên girîng kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê destpêkê êrişa hewayî şermezar kir û diyar kir di dema ku civaka Êzidî coşa 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê dijiya de dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê careke din êrişê Şengalê kiriye û wiha hate gotin: “Ji ber şehadeta ciwanê me yê bi navê Kerîm Hecî Şero xemgînin û hevxemiya xwe bi malbata hêja ya şehîd re parve dikin, dibêjin serê we û gelê me saxbe. Dewleta Tirk, PDK’ê û sîxûrên wî bi tundî şermezar dikin û dibêjin, çawa timî berxwedan li Şengalê serketibe, wê careke din ne xiyanet, berxwedan serbikeve.”

Di dewama daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê de îşaret bi dîroka êrişê jî kir û têkildarî mijarê wiha got: “Ciwanên me yên leheng yên Êzidî 9 sal berê niha mil bi milê gerîla û şervanan DAIŞ’ê, xiyanetkaran û hevalbendê wê dewleta Tirk, li Şengalê şikandin, hiştin li Şengalê tovê jiyaneke nû şitil bide. Ne PDK ne jî dewleta Tirk vê şikestina DAIŞ’ê tu carî hezim nekirin, ji ber vêya her roj pêşeng û ciwanên Êzidî yên pêşeroja civaka me ne hedef girtin. 13’yê Mijdara 2023’an de jî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê şahiya civaka Êzidî lê kirin şîn, kezeba dayikên me şewitandin. Bi taybet jî PDK bi rêya sîxur û xwefiroşan naxwaze Êzidî bibin xwedî deskeftî û bi destkeftiyên xwe kêfxweş bibe. Kengê civaka me kêfxweş dibe, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê hewl didin şahiyên me li me bikin şîn.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê da xuyakirin ku bi qasî PDK’ê û dewleta Tirk, hikûmeta Sûdanî û berpirsê “Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê’ Qasim Erecî jî berpirsyar in û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk ji dema Osmaniyan ve heya niha dijminê me yê sondxwariye û em vê dijminahiya wan fam dikin. PDK jî dijminahiya xwe ya li gelê me bi dehan caran îspat kiriye û xwestiye timî civaka me koletiyê jêre bike, nebe xwedî îrade. Ji ber gelê me piştî rizgariyê bû xwedî îrade û ji kontrola wê derket, bi her cûreyî êrişê Şengalê dike. Lê hevkarekî din ê dewleta Tirk jî Sûdanî û Ereciye ku xiyanetê li gelên Iraqê dikin û bi agir dilizin. Divê were zanîn eger ne ji erêkirina hikûmeta Sûdanî û berpirsê wan yê îstîxbaratê Qasim Erecî yê ku her roj pişt perdeyan de ji bo qetil kirina civaka me û ciwanên me, bi dijminên gelê me re li hev dike be, ev êriş û komkujî li Şengalê pêk nayê! Sûdanî û Erecî helwest nîşana Îsraîlê didin, lê li herêmên dibin kontrola wan de û li ser axa wan dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne dengê xwe nakin, berovajiyê wê planên komkujiyê bi hev re datînin. Ev durûtiya hikûmeta Sûdanî tê wateya xiyaneta nîştîmanî ku divê gelên Iraqê hesap ji wan bipirsin û vê xiyanetê qebûl nekin.”

Rêveberiya Xweser bi berdewamî balkêşa ser rola hikûmeta Sûdanî ya di komkujîkirina Êzidiyan de û van hişyariyan kir: “Divê gelê me bizane ne tenê PDK, Sûdanî û Erecî jî kujerên zarokên me ne.  Sûdanî berpirsê hikûmetê û hêzên leşkeri yên Iraqê ye. Erecî jî qaşo ji ewlehiya nîştîmanî û îstîxbaratê berpirsyar e. Eger ev nexwazin, tu balafireke dewleta Tirk nikare êrişê zarokên me bike. Artêşa dibin pêşengiya Sûdanî û fermandarên wî de li Şengalê nimayişên eskerî dikin, di nava bajêr de bi sedan seyare û çekên giran turan diavêjin, lê li kêlek wan balafir tên êriş dikin, dengê wan dernakeve. Eger hun ewqase xurtin û Êzidî jî welatiyên Iraqê ne, çima hun rê didin dewleta Tirk bombe li zarokên me dibarînin? Eger ev ne hevkarî û rê nîşandan be, bila derbikevin û helwest nîşan bidin. Yan divê bizanin wê civaka Êzidî herî zêde jî  hesabê ji wan bixwazin.’”

Rêveberiya Xweser a Şengalê  banga: “Me zarokên xwe li erdê nedîtiye ku her roj li pêş çavê me werin qetilkirin. Ne dewleta Tirk, ne PDK û Barzanî, ne jî Sûdanî Erecî wê nekarin îradeya ciwanên Êzidî û gelê me bişikînin. Divê ciwanên me yên Êzidî û gelê me helwesteke xurt nîşana dewleta Tirk, PDK û bi taybet jî hikûmeta Sûdanî û Erecî bidin. Ciwanên me çawa bi berxwedanê karîn axa xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin û Şengalê ava bikin, divê bi rihê Zerdeşt, Dîndar, Berxwedan û Pîr Çekoyan helwesteke xurt nîşana dijminên civaka Êzidî bidin. Hem bi girseyî tevlî merasîma şehîdê me yê ciwan Kerîm Hecî Şero bibin, hem jî bi çalakiyên xwe yên xurt û tund nerazîbûn nîşana berpirsên êrişan bidin. Ji ber herî zêde ciwanên me dibin hedefa êrişan, divê herî zêde jî ciwan helwest nîşan bidin û pêşengiyê bikin. Eger em naxwazin êdî dilê dayîkên me bişewite divê em bêdeng nemînin û herkes li dijî van êriş û komkujiyan derbikeve.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê şervanên YBŞ’ê Berxwedan û Argeş ên 13’ê Mijdara 2023’an li Sinûnê şehîd bûbûn jî bi bîr anîn û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Em di serî de ciwanê me Kerîm Hecî Şero, Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî bi bîr tinin û dibêjin, soza me ya ji ciwnên me re dê avakirina jiyaneke azad û Şengaleke xweser be. Bi sedan ciwanên Êzidî amade ne ala wan a têkoşînê hildin.”