ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 9 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 9 - 2025
10 îlon, 2025   02:00

Siyasetmedaran diyer kirin ku dewleta Tirk dixwaze diyaloga di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de asteng bike.

Lêkolînerê Siyasî Dr. Ibrehîm Muslim diyar kir ku destwerdana derve danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de asteng dik û diyar kir ev astengî parçebûna di navbera gelê Sûriyeyê de zêde dike.

Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" ji Rêber Abdullah Ocalan re were dayîn da ku pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe û gotin: “Mafê hêviyê ji Rêber re kilîda serkeftina pêvajoya aştiyê ye." BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê nerazîbûna xwe ji ber nepêkanîna xalên peymana 10`ê Adarê anî ziman û got: “Li Girê Spî dijî peymana 10'ê Adarê dargirinkirina erd pêk tê.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê Konferansa Komînan li hola Roj li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Roja Têkoşîna Dijî Xwekuştinê ya Cîhanê daxuyaniyekê li pêşiya avahiya desteyê ya bajarê Reqayê dide (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Efîf Radî Mihemed û Fewaz Mihemed El Ebdî li pakrewangeha Şedadê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Êriş Mihemed li pakrewangeha Şehîd Dijwar oxir dikin (17:30). BI WÊNE Û DÎMEN