Li Reqayê pêşangeha “Dengê bîrê dengê aştiyê”

Li bajarê Reqayê ji bo vejandina çanda gel û xurtkirina biratiyê û aştiyê, pêşangeha "Dengê bîrê dengê aştiyê" hat lidarxistin. 

9 îlon, 2025   21:53
REQA

Li gorî însiyatîfeke civakî li bajarê Reqayê ji bo vejandina mîrasa gel û xurtkirina nirxên biratiyê û aştiyê pêşangeha “Dengê bîrê dengê aştiyê” hate lidarxistin. 

Di pêşangeha li hola Tab Tob ê nêzî muzexaneya bajêr de hate lidarxistin, gelek amûrên ji çanda herêmê, cil û bergên folklorî û tabloyên hunerî, fotografên kesateyên navdar ên Reqayê û kelûpelên kevnar hatin pêşandan. Her wiha xwarinên Reqa pê navdar in jî, beşeke pêşangehê bûn.

Di pêşangeha ku dê 3 rojan bidome de hunermend û hezkiriyên mîrasa xwecih wekî Miwefeq El Zên û Husam El Meter berhemên xwe pêşandan ku girêdana nifşan bi bîra cih û jiyana şêniyan rave dikin.

Li gorî rêveberên pêşagehê, pêşangeh ne tenê rûdaneke hunerî ye lê belê însiyatîfeke civakî ye û peyama wê; mîrasa gel pira ku dîrok bi dema niha ve girê dide û bîra hevbeş çavkaniya hezkirin û aştiyê ye.

(mh/şx)

ANHA