Dezgehên çapemeniyê: Şandeya danûstandinan ji êrişa li Dohayê filitî

Hate ragihandin ku şandeya Hamasê li Dohayê ji êrişa Îsraîlê ya li dijî baregeha tevgerê filitiye, lê belê 5 kes ku di nava wan de mudirê nivîsgeha siyasî ya tevgerê û kurê Xelîl El Heye hatine kuştin.

Dezgehên çapemeniyê: Şandeya danûstandinan ji êrişa li Dohayê filitî
9 îlon, 2025   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

rêveberekî Hamasê ji kanala Al Arabiya re aşkera ku “şandeya danûstandinê ya tevgera Hemasê ya li Dohayê ji êrişa Îsraîlê ya li ser baregeha tevgerê ku li paytexta Qeterê ye, sax filitiye.

Di heman demê de, du çavkaniyên Hamasê ji Reutersê re ragihandin ku şandeya tevgerê ya ji bo danûstandinên agirbestê li Dohayê ji êrişa Îsraîlê sax filitî.

Dezgehên çapemeniyê yên Qeterê ragihandin ku şandeya Hamasê li Dohaya ji êrişa Îsraîlê ya li dijî paytexta Qeter Dohayê filitiye.

Televîzyona El Erebî ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li Dohayê de, di nav de kurê serokê tevgera Hemasê ya Xezayê Xelîl El Heye Humam El Heye û mudirê nivsîgehê Cîhad Lebed, 5 kes hatine kuştin.

Rojnameya “Israel Hayom” ragihand ku rêveberê tevgerê Xalid Mişel di civînê de ne hazir bû û ew “nehatiya kuştin”.

Artêşa Îsraîlê bi fermî hûrgiliyên êrişa li dijî rêveberên Hamasê yên li Dohayê aşkera kirin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku artêşa Îsraîlê û Shin Bet “bi rêya hêzên asmanî êriş rêveberên tevgera Hamasê kirine”.

(ac/şx)

ANHA