ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-9-2024
10 îlon, 2024   02:00

Mafnas û siyasetmedaran diyar kir ku fikra ku karî azadî, demokrasî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk bîne, ew ê bikare ewlehiyê ji tevahî cîhanê re jî pêk bîne. 

Rûspiyên eşîrên Ereb destnîşan kir ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê rê li ber destwerdanên derve digire, aştî û aramiyê ji gelê Sûriyeyê re pêk tîne. Rûspiyan got, îsrara redkirina diyalogê ji hêla hikumeta Şamê ve zirarê digihîne berjewendiyên gelê Sûriyeyê û serweriya wê.

Endama Komîteya Amadekar a Festîvala 2ʹyemîn a  Şehîd Berçem, Mizgîn Çolaq got: "Di çarçoveya vejandina îradeya jinan û sazûmankirina tabloyeke hunerî bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê bi cil û bergên xwe yên folklorîk, ziman û hunera xwe ya resen de festival hat lidarxistin.”

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya plansaziya xwe ya nîvê salê de gelek proje pêk anîne.

Lêkolerê kar û barên navneteweyî û herêmî diyar kir ku ji ber krîzên heyî cîhan êşa sancî û êşeke mezin dikişîne û got an dê vegere amûrekî şerê ketober û gefan li tevan bixwe yan jî wê serî ji xwestekên Amerîka û Îsraîlê re deyne.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê bi diruşma ʹTêkoşîna me garantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk eʹ li hola Minbicê konferansa xwe ya 3ʹyemîn li dar dixe, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelê bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Ehmed Mihemed Îsmaîl li goristana şehîdan oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)