ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 6– 2025
10 hezîran, 2025   02:00

Malbatên şehîdan diyar kirin ku aştî bi yekalî pêk nayê, her wiha desnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê planeke zelal pêşkêş kiriye û gotin ku "bangawaziya wî derfeteke dîrokî ye û divê dewleta Tirk li hemberî vê bangê helwesteke erênî nîşan bide.

Piştî salên dirêj ên qedexe û çewisandinê, kalê 70 salî berê xwe da dibistanên kurdî û fêrî xwendin û nivîsandina bi zaimanê daykê dibe. Kalê ku tîpa (A)`ê nivîsî

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê bal kişand ser projeyên desteyê yên ji bo parastina çavkaniyên xwezayî û başkirina kalîteya jiyanê ji bo niştecihan û got, ew pabendî pêşxistina çareseriyên zû ye, weke nûkirina laboratuwarê çavdêrkirina kalîteya avê û axê.

Dîmenên seyr ên çemê Xabûrê, çemê ku berê zindî bû, niha veguheriye çemekî hişk û ziwa.

Amadekariyên pêkanîna ezmûnên refa 9`an ên xwendekarên rêjîma berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya komîteyên hevbeş bi rê ve diçin.

Ehmed Kenan bi behremendiya xwe ya wênesaziyê hewl dide huner û çanda kurdî dewlemend bike. Hunra wî bûye bûye çavkaniya sereke ya debara jiyanê.