Wê Trump paketek cezayên li ser Sûriyeyê rake

Al Monitor li ser zimanê rayedarên Amerîkayê ragihand ku serokê Amerîkayê amadekariya rakirina pakêtek mezin a cezayên li ser Sûriyeyê dike. Al Monitor aşkera kir ku çaverê ye Trump vê tedbîrê di çend rojên bê de bigire.

Wê Trump paketek cezayên li ser Sûriyeyê rake
9 hezîran, 2025   23:35
NAVNDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump amadekariyê dike ku biryarek cîbicîkar bide ku pakêteke mezin a cezayên li ser Sûriyeyê hatine ferzkirin, rake.

Al Monitor ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkayê diyar kir ku biryara Trump a çaverêkirî li gorî sozdayîna wî ya rakirina tevahî cezayan e.

Tê çaverêkirin ku Trump di rojên pêş de li ser vê mjiarê, ku rayedarekî wekî "rakirina hemû cezayên li ser Sûriyayê" bi nav kir, îmze bike.

Ev yek, piştî ku rêveberiya Trump di 23’yê Gulanê de biryarek dabû pêk tê. Di wê biryarê de tê destnîşankirin ku Amerîkayî dikarin dan û standinên darayî bi dezgehên hikumetê yên Sûriyeyê re, wekî banka navendî, şîrketa petrolê ya Memlûke ya dewletê, şîrketa Balafiriya Nîştimanî ya Sûriyeyê, bikin.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê aşkera kir ku "Qanûna Qeyser ya parastina sivîlên Sûriyeyî" heta 6 mehan taloq kiriye.

Trump û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri di meha borî de li Riyadê li ser sivikkirina cezayan nîqaş kiribû. Ev hevdîtinek yekem bû, ku bi vî rengî ku piştî 25 salan di navbera her du welatan de pêk hat.

Li gorî rêveberê Banka Navendî ya Sûriyeyê, di gaveke mezin ber bi vejandina aboriya Sûriyê de, çavrê ye ji nû ve Sûriye bi pergala "SWIFT" a dravdana darayî ya naveteweyî ve, di çend hefteyên bê de were girêdan.

(ac/fr)

ANHA