Li Kobanê bi daxwaza azadiya Rêber Apo çalakiyek hat lidarxistin

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşma "Bi rihê çand û hunera demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" konsertek li dar xist.

9 hezîran, 2025   22:34
KOBANÊ

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê yê kantona Firatê, bi dirûşma "Bi rihê çand û hunera demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" konsertek organîze kir. Di konsertê de şêniyên kantona Firatê amade bûn.

Di konsertê de endamê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Ferhad Elûş axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê cîhanê vîn û hêz e û wiha got: "Rêber Apo ji bo tevahî gelê Rojhilatra Navîn raman û felsefeya xwe pêşkêş kir. Divê em jî xwedî li raman û felsefeya wî derkevin û hîna zêdetir ramanên wî belav bikin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Şevîn Ehmed diyar kir ku tovên ku Rêber Abdullah Ocalan çandî, îro ew li tevahî cîhanê belav bûye û wiha got: "Pêngava ku Rêber Apo ji bo cîhanê daye destpêkirin, îro bi wê pêngavê, raman û felsefeya Rêbertî dewam dike. Em ê bi rihê wê pêngavê û berxwedanê bigihêjin serkeftinê."

Piştî axaftinan li ser jiyan û banga Rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.

Piştî pêşandana sînevîzyonê stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û li ber stranan dîlan hat gerandin.

Konsert bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Berxwedan Jiyan e", "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(sş/fr)

ANHA