ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-1-2024
11 ÇILE 2024   02:00

“Mala min bi erzanî firotin lê nezanîn ku hîna kilîtên hewşê di berîka min de ne. Helbet ez ê vegerim û ji nû ve deriyên wê vekim." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin, destnîşan kir ku ew ê dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê, her wiha ji bo vegera li Efrînê têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkoler Îman Zehran destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze bingehên şer û pevçûnê li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê biguherîne û got pêvajoya şerê li herêmê şertigirî bersivdana Îran û hêzên alîgirên wê der bare siûqastkirinên fermandarên wê ye. (BI WÊNE)

Etyopya û herêma Somalîland ji bo avakirina benderek û baregeheke leşkerî li Deryaya Sor lihevkirinek îmze kir. Lê ev lihevkirin, ji aliyê navneteweyî ve hate redkirin. Gelo lihevkirin çi ye û bandora wê li ser rewşa parzemîna Afrîkayê çi ye? (BI WÊNE)

Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dewam dike, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE)

Di çarçoveya çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê tên lidarxistin de, li navçeya Dêrikê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê merasîma bîranînê tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li Tirbespiyê meclisa navçeyê semînerekê li hola Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar dixe, saet 11:00ˊan, Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa merasîma bîranînê li dar dixe, 11:00ˊan, li bajarokê Hecînê ya Dêrazorê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan semînerekê li hola ciwanan dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA