Koçberên ji Efrînê: Em ê ji bo vegerê têkoşînê bidomînin

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin, destnîşan kir ku ew ê dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê, her wiha ji bo vegera li Efrînê têkoşîna xwe bidomînin.

Koçberên ji Efrînê: Em ê ji bo vegerê têkoşînê bidomînin
11 ÇILE 2024   02:35
ŞEHBA
 ZEYNEB ŞÊXO

Welatiyên ji Efrînê yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bûne, li dijî êrişan û dorpêçê nêrînên xwe anîn ziman. 

Fatme Cafer got: “Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gel zêdetir dibe. Heya Efrîn rizgar nebe em ji Til Rifetê dernakevin.”

Mihemed Bekir diyar kir ku her roj li ser Til Rifetê topbaran heye û wiha axivî: “Lê belê berxwedana me ji topên dewleta Tirk xurttir e. Em tu carî dest ji xaka xwe bernadin. Li ku derê be em xwe bi rêxistin dikin. Em ê heya vegera li Efrînê têkoşînê bidomînin.”

Hesen Murad jî got: “Li Til Rifetê berxwedana gel dê heya vegera li Efrînê berdewam bike. Ne êrişa dewleta Tirk ne jî dorpêça hikumeta Şamê li hember berxwedana gel nabe bend.”

Her wiha Reca Hisên jî got: “Ji 6 salan ve dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk li ser Şehbayê kêm nebûne. Lê gelê me jî rêya berxwedanê hilbijartiye.”

ANHA