Li Çilaxa 2 malbat li hev hatin

Bi beşdariya rûspiyên eşîrên ereb û bi hewldana Komîteya Lihevanînê ya Meclisa navçeya Çilaxa û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 2 malbatên eşîra El Bûdahir a Ereb a li navçeyê li hev hatin.

Li Çilaxa 2 malbat li hev hatin
Li Çilaxa 2 malbat li hev hatin
10 ÇILE 2024   23:28
QAMIŞLO

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê malbata Mihemed El Salim û Îsmaîl Ebdullah El Semkan li hev anîn.

Konê lihevanînê li taxa Xemir a navçeyê li pêşiya mala Mihemed El Salim hat vegirtin û tê de rûspiyên eşîrên herêmê û eşîra El Bûdahir a Reqayê û endamên meclisa navçeyê û nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Sedemên nakokiyê beriya 4 salan li ser paşxaneya pevçûna di navbera ferdên her du malbatan de bûn û di encamê de ciwan Hisên El Salim bi kêrê birîndar bûbû.

Endamê Saziya Olî ya Çilaxa Cuma Xilêf çend ayînên li ser lihevhatin û qenciyê xwendin û got: "Pêwîst e em banga aştiyê bikin û ji nakokiyan bi dûr bikevin, ji ber ku Îslam ola hezkirinê ye, ji ber wê jî divê em li hember dijminê xwe yê ku hewl dide destkeftiyên me têk bibin, bibin yek."

Piştre yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeyê Cûdî Çolî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em gelek caran tevî rewşa ewlekariyê ya herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ketin navbera herdu malbatan da ku em wan li hev bînin. Pêwîst e em rê nedin dijmin ku sûd ji nakokiyên me bigirin û tevliheviyê peyda bikin, pêwîst e em ji zikreşiyê bi dûr bikevin û destekê bidin hêzên xwe yên ku li hember teror û dagirkeriyê disekinin."

Her wiha li ser navê malbata Hisên El Salim, Îbrahîm El Şebot got: "Em spasiya her kesê ku di vê lihevanînê de bûye alîkar dikin di serî de Komîteya Lihevanînê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û em ê pabendî lihevanînê bin, ji ber ku em bira ne."

Di dawiyê de peymana lihevhatinê ji aliyê herdu malbatan ve hat îmzekirin û ew li hev hatin.

(mh)