ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 – 07 – 2026
10 tîrmeh, 2026   02:00

- Endamên partî û meclisan li bajarê Girkê Legê da zanîn ku berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibe asteng li pêşiya xebatên aştiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Rêkarên di Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê de metirsiyên veguhastinê, derxistina ji kar, pevguhertina karmendan, lawaziya asta pirsporiyê û danîna rêveberiya sektorên aborî yên girîng di nava desteyekê bi tenê de, pirsên der barê serxwebûna çavdêriyê, mekanîzmaya birêvebirinê û wekheviya derfetên tayînkirinê derdixin holê.

- Jinan diyar kir ku tayînkirina endamên meclisê ji hêla hikumeta demkî ve îradeya gelê Kurd û gelê Sûriyeyê nîşan nade. Divê temsîla di meclisê de bi hilbijartina gel bi awayekî azad, dûrî berjewendiyên partîtî û siyasî pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

- Viyan Mihemed a 15 salî goşeyeke biçûk a mala xwe veguherandiye kargeheke hunerî. Dixwaze behreya xwe mezin bike û xewna xwe ya ku bibe hunermendeke naskirî pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Cotkar di van salên dawiyê de ji bo çandiniyê serayên sebzeyan bi kar tînin. Ev yek dihêle ku çandinî geş bibe. BI WÊNE Û DÎMEN