Washington: Tu êrişên nû li dijî Îranê nehatin kirin

Washingtonê ragihand ku wê tu êrişên nû li hundirê Îranê pêk neanîne. Çapemeniya Îranê jî daxuyand ku dengê teqînan li Bûşehr, Bender Ebas û Kenarek ên başûrê Îranê hat bihîstin.

Washington: Tu êrişên nû li dijî Îranê nehatin kirin
9 tîrmeh, 2026   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Amerîkayî vê êvarê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tu êriş an jî derbeyên leşkerî yên nû li hundirê xaka Îranê pêk neanîne.

Tora CNNˊê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Amerîkayê da zanîn ku DYAˊyê aniye ziman ku niha tu êrişan li dijî Îranê pêk nayne. Lê tu hûrgiliyên zêde der barê raporên li ser pêşdeçûnên meydanî hatine belavkirin de pêşkêş nekirin.

Ajansa "Mehr" ya Îranê ragihand ku li bajarê Kenarek ê başûrê rojhilatê Îranê herî kêm 6 teqîn hatiye bihîstin,  her wiha li dora Bûşehr, Çogadak û Bender Ebas jî du teqînên din qewimîne, lê tu agahî der barê cewherê armancan an jî asta zirarê de nehatiye aşkerakirin.

(fr)