Pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê û guhertinên navneteweyî manşetên rojnameyan in

Şertên pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê, bandorên guhertinên siyaseta DYA’yê, her wiha şerê Îran-Îsraîlê û banbdorên wê yên li ser îstiqrara Rojhilata Navîn manşetên îro yên medyaya erebî ne.

Pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê û guhertinên navneteweyî manşetên rojnameyan in
10 tîrmeh, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de dozên girêdayî siberoja pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê, guhertinên di siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, hevsengiyên herêmî û şerê hegemonyayê yê li Rojhilata Navîn nirxandin.

‘SÛRIYE Û ŞERTÊN REWATIYA DEWLETÊ PIŞTÎ ŞER’

Rojnameya El Erebî El Cedîd di gotarekê de bal kişand ser siberoja pêvajoya veguhêz û diyar kir ku Sûriye ne welatê yekemîn e ku ji şerê navxweyî derdikeve, ezmûnên welatên din didin xuyakirin ku serketina pêvajoya veguhêz ne tenê girêdayî jinûve avakirina binesaziyê, lê di heman demê de girêdayî avakirina dewleta rewa û saziyên aktîf e ku bikarin aramiyê bisepînin.

Li gorî rojnameyê, pirsgirêka herî mezin a li pêşberî Sûriyeyê jinûve avakirina baweriyê di navbera dewletê û welatiyan de bi rêya dabînkirina ewlehî, xizmetên bingehîn, pêkanîna edaletê, beşdarkirina hemû pêkhateyên civakê di jiyana siyasî de ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku berdewama xizaniyê, lawaziya xizmetan, tunebûna ewlehiyê, derengxistina reformên aborî û îdarî îstiqrarê asteng dikin. Di heman demê de destwerdanên derve û parçebûnên navxweyî pêvajoya veguhêz qels dikin.

Di gotarê de siyasetên piştî rûxandina rejîma Baasê yên wekî dûrxistina karmendan û kesên pispor ji ber nêzîkatiyên wan ên siyasî ji kar hatin rexnekirin. Hate diyarkirin ku ev siyaset dibe ku saziyên dewletê lawaz bikin û hîsê dûrxistinê kûr bike.

Rojnameyê behsa avakirina aştiyeke mayîde jî kir û ev nirxandin kir "Avakirina aştiyeke mayîne hewceyî xurtkirina hemwelatîbûna wekhev, têkoşîna li dijî gendeliyê, îslahkirina saziyan, avakirina edaleta veguhêz û beşdarkirina tevahî Sûriyeyan di diyarkirina siberoja welatê xwe de dike."

‘KOŞKA SPÎ BÛYE ÇAVKANIYA NEDIYARIYÊ YA GERDÛNÎ’

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku siyaseta Koşka Spî bûye sedem ku welatên din nekarin bi temamî pêşbîn bikin ka DYA dê çi bike û ev yek li cîhanê nediyariyê çêdike. Hate gotin, bi taybetî di serdema serokatiya Donald Trump de li şûna pergala saziyên dewletê, rola serokkomar zêde bûye.

Li gorî rojnameyê, guhertina helwestên DYA’yê di gelek mijarên navneteweyî de, wek Ukrayna, Îran û têkiliyên bi hevalbendên Washingtonê re, bandor li baweriya hevalbendan û aramiya siyaseta derve ya DYA’yê kiriye.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku saziyên DYA’yê hîn jî rola xwe di hevsengkirina hêzê de dilîzin, lê ji bo vegerandina baweriya navneteweyî divê rola van saziyan were xurtkirin û pêvajoya biryardanê bibe ewletir û îstîkrar da ku bandor û cihê DYA’yê li cîhanê were parastin.

‘ŞERÊ HEGEMONYAYÊ YÊ ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ’

Rojnameya Nîda El Weten jî têkildarî şerê di navbera DYA û Îranê de nivîsî. Hate gotin "Nêzîkbûna di navbera her du aliyan de bi pirsgirêkên mezin rû bi rû ye. Îsraîlê li dijî lihevkirinek derdikeve ku pozîsyona herêmî yê Îranê xurt dike an jî şiyanên stratejîk bide wê ku bandorê li hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn bike."

Rojnameyê destnîşan kir ku nakokiya di navbera armancên herêmî yên Îranê û hewldana Îsraîlê ya parastina serdestiya xwe ya stratejîk de faktoreke sereke di alozî û bêîstîqrariya berdewam a li herêmê de dimîne. Ji bo aramiya mayînde pêk were divê sedemên bingehîn ên krîzan bi berfirehî werin çareserkirin.

(bb)