Endamekî CPT: Tirkiye li Başûr rêyek nû ava dike

Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirkiye ji Baregeha Koxê Dupişka ber bi baregehek din a dikeve sînorê Batîfa rêyeke nû ava dike. Leşker rê nadin welatî biçin ser gund û zeviyên xwe.

Endamekî CPT: Tirkiye li Başûr rêyek nû ava dike
9 adar, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kameran Osman li ser tevna xwe ya civakî ya taybet agahiyên nû li ser liv û tevgera artêşa Tirk ya li Herêma Kurdistanê parve kir.

Kameran Osman diyar kir ku piştî salekê ji agirbesta yek alî ya PKK’ê û şûnde artêşa Tirk dest bi çêkirina baregeh û bendên kontrolê kiriye û rê nadin gundî biçin ser zevî û gundên xwe.

Kameran Osman got: “3’yê Adarê leşkerên Tirkiye bendeke kontrolê li nava zeviyên Şîva Mêzya ya Gundê Keşanê ya ser bi navçeya Batîfa ya girêdayî Zaxo çêkiriye. Li vê derê leşker pêşiya gundiyan digire ku neçin nava zeviyên xwe û tevgera welatiyan ya li herêmê sînordar kiriye. Vê yekê jî weke sedem çêkirina rêyeke nû ya di navbera Baregeha Koxê Dupişka û Koxa Melehê girêdana wê ya bi navend û baregeha din ya li navçeya Batîfayê ve.”

Herî dawî Kameran Osman destnîşan kir ku her çende êriş û bomberdûmana artêşa Tirkiye ya li ser Herêma Kurdistanê sekinîbe jî, lê artêşa Tirkiye bê navber navend û baregehên xwe û serweriya xwe ya leşkerî ya li nava xaka Herêmê û Iraqê xurtir dike.