ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 - 8 - 2025
1 tebax, 2025   02:00

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê aşkera kir ku di beşa malbatên penaber a kampê de tevgera çeteyan heye. Hevserok da zanîn li dijî navendên mirovî şewitandin û wêraniyê pêk tînin û koma wan a bi navê “Hisbe” tundiyê di beşê de pêk tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermendên Kobanê destnîşan kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û wî di nava xwe de bibînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Gihayên zirarê dide çandiniyê, li gundewarên Eyn Îsayê bi awayekî zêde di nava zeviyên çandiniyê de belav bûne. Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna van gihayan Gerînendetiya Çandiniyê bang kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şopandina bûyerên li peravê û  Siwêdayê diyar kir ku birîna dengê qurbaniyan ji bo axaftina rayedaran, binpêkirina exlaqê rojnamevaniyê ye û got “Divê ragihandineke azad û bêalî hebe ku rastiyê ji meydanê ragihîne û ji bo veguhastina dengê mexdûran xizmetê bike.” BI WÊNE Û DÎMEN

Idrîs Cuma ku li Serêkaniyê şîranî çêkir, niha pîşeya xwe li bajarê Amûdê didomîne. Şîraniya ku çêdike ji aliyê xelkê ve tê hezkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê paneleke diyalogê bi dirûşma "Ji bo civaka demokratîk xwe rêxistin bike" li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê li dar dixe. Di panelê de têgînên dewlet, desthilatdarî û demokrasî tên nîqaşkirin (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star û Tevgera Çand û Hunerê şahiyeke hunerî bi dirûşma "Em ê ji afirîneriyê jiyana komînal ava bikin û li Kurdistana azad Rêber Abdullah Ocalan hembêz bikin" li parka 4'ê Nîsanê ta bajarê Hesekê li dar dixe (19:30). BI WÊNE Û DÎMEN