Ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siweydayê komîteya lêpirsînê hate avakirin

Hikumeta veguhêz biryar da ku ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siweydayê, komîteya lêpirsînê ava kiriye. Lê gelekan li ser medya dijîtal, ev biryar rexne kir û gotin ew bi cidiyeta vê komîteyê û bêaliya wê bi guman in. Her wiha bi komîteya ji bo lêkolînkirina komkujiyên Peravê wesifandin.

Ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siweydayê komîteya lêpirsînê hate avakirin
31 tîrmeh, 2025   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Edlê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siweydayê, komîteyek ava kiriye.

Lê bikaranînerên medya dijîtal rave kirin ku ew ji biryarê bi guman in û bi komîteya lêkolînkirina komîteyên peravê şibihandin ku encamên wê ne li gorî pêşbiniyan bû û ruxmî ku binpêkirin hatin belgekirin lê hesab ji kesekî nehat pirsîn.

Çalakvan bi fikar in ku komîteya Siweydayê tenê nav bimîne.

(şx)