Kilîpa destana Derwêşê Evdî hat pêşandan

Hunergeha Welat ji bo cara yekem berhema xwe ya nû ya kilîpa destana " Evîna Derwêşê Evdî" pêşkêş kir.

31 tîrmeh, 2025   23:32
QAMIŞLO

Hunergeha Welat ji bo cara yekem berhema xwe ya nû ya “Evîna Derwêşê Evdî" li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hûnerê a bajarê Qamişlo pêşkêş kir, derhênerê kilîpê Şêro Hindê, wênekêşê kilîpê Mihemed Mûsa û dengbêjê kilîpê Delîl Mîrsaz e.

Di kilîpê de gelek kes hene lê yê rola Derwêş dilîze Şêrwan Mele û ya ku rola Edûlê dilîze Barîn Hemo ye.

Di weşandina kilîpê de hezkiriyên hunerê, rewşenbîr û hunermend amade bûn.

Ev kilîp, bi zimanekî hunerî, çîroka destanî ya şervan-evîndar Derwêş Evdî û 12 hevalên wî vedibêje, ku ji bo parastina ax û nasnameya xwe şerekî qehremanî li dijî hêzên Osmaniyan kiriye. Her wiha çîroka evîna Derwêş û Edûlê, keça mîrê Kurd Temir Paşayê Milî, ku sembola ax û rûmeta Kurdan e, vedibêje.

Armanca kilîpê ew e ku vê çîrokê, ku bingeha berxwedan û nasnameya Kurdan temsîl dike, bi giyanekî hunerî ya hemdem vejîne û mîrata populer bi yekkirina muzîk, wêne û sembolên dîrokî bigihîne nifşên nû.

Di serî de rêvebera Hunergeha Welat Rozelîn Dêrik spasiya hemû alî û saziyên ku di vê berhemê de bûne alîkar kir û diyar kir ku wan ji bo vê berhemê 6 mehan xebat kir.

Piştre endamê Desteya Hevseroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl wiha got:

Ev xebat xebateke pîroz e destaneke bi wate ye ji bo vê yekê ez Tevgera Çand û Hûnerê ya Rojava her wiha Hunergeha Welat û hemû xebatkarên wê silav dikim.”

Aldar Xelîl her wiha fedakariya şehîdan ku bi saya wan berhemên wisa tên çêkirin silav kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Piştre sînevizyonek a Rêber Abdullah Ocalan derket û tê de behsa çîroka evîna Derwêş û Edûlê dike.

Piştre kilîpa bi nave Evîna Derwêş û Edûlê hate pêşkêş kirin.

(ekîb)

ANHA