ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 - 4 – 2025
1 nîsan, 2025   02:00

Gêlo Îsa got “Rêber Apo bi banga xwe ya aştiyê deriyê aştiyê vekir, her wiha derî ji asoyeke nû yê çareseriyê jî re vekir. Divê dewleta Tirk jî xwe zelal bike û helwesta xwe ji bo banga aştiyê diyar bike.”

Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê bi hevkariya rêxistineke çandî xebatên jinûve avakirina navenda lêkolîner û arkeologên Alman a li girê dîrokî yê Til Beyayê bi dawî kirin.

BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û çalakvanên ji bajarê Hesekê der barê girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan de axivîn.

BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Dêrazorê û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber kêmbûna baranê hişkesalî çêbûyê ku bandorê li qada sewalvaniyê jî dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Bajerê Kobanê û gundewarên wê bi rengên biharê hatine xemilandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Cejna Ekîto yek ji kevntirîn cejnên mirovahiyê ye. Li gorî rojnameya Babiliyan ew destpêka sala nû ye û nîşana nûjenî û vejînê ye. Heta roja îro jî Suryan û Kildan wê cejnê pîroz dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Suryanên Aşûr ên Kildan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Ekîto li gundê Girşêranê yê başûrê bajarê Tirbespiyê saet di 11'an de, li gundê Hemkiyê yê bajarê Dêrikê saet di 14'an de û li gundê Til Werdiyat ê bajarê Til Temirê pîroz dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di roja 2'yemîn a Cejna Remezanê de Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbatên şehîdan dikin, saet di 10'an de. BI WÊNE Û DÎMEN