Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto pîroz kir

Rêveberiya Xweser bi peyamekê  Cejna Ekîto (sersala 6775’an a Suyranî Asurî) li gelê Suryanî Asurî û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto pîroz kir
1 nîsan, 2025   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Ekîto (sersala 6775’an a Suryanî Asurî) ku hser sal 1’ê Nîsanê tê pîrozkirin peyamek weşand.

Di peymanê de Cejna Ekîto li gelê Suryanî Asurî û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê hat pîrozkirin. Hate gotin: "Ev cejna ku heya roja me ya îro tê pîrozkirin semboleke dîrokî ye û reseneya pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide. Hilbijartina sala nû bi destpêka biharê û nûbûna xwezayê re xwedî wateyên kûr e.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî saziyên wî bûye garantiya mafên tevahî pêkhateyan û berdewama wan a bi hemû çand û zimanên wan li ser axa wan e. Rêveberiya Xweser giyanekî nû dide gelê herêmê. Maf û azadiyên tevahî pêkateyên neteweyî û olî yên herêmê mîsoger dike.

Rêveberiya Xweser modeleke nûjen a jiyana hevbeş ava kiriye. Em hewl didin ku bibe modela nû ya Sûriyeyê, nemaze ku em li pêşberî pêvajoya derbasbûnê ya avakirina Sûriyeya siberojê ne.  Ji bo mafên tevahî pêkhateyên Sûriye; Suryanên Asur, Ereb, Kurd û pêkhateyên din werin mîsogerkirin em teqez dikin ku divê tevahî pêkhate cihê xwe di pêdiviyên pêvajoyê de bigirin. Divê di bin banê hemwelatîbûna wekhev a ku mafên hemûyan nas dike, ev pirrengî bê parastin. Divê welatê ku em ava bikin divê  azadiya jinan mîsoger dike, azadî, edalet û wekheviyê pêk bîne."

(bb)

ANHA